Dersên Kurdî – Kürtçe dersler -12

Wane 7

Her tişt ters diçe!
Sîdar kûr kûr diponijî, ez nêzîkê wî bûm û min jê pirsî, ka çi bûye. Wî jî derdê xwe wiha got: “Sala 2005 an li min nehat, hertiştê min ters diçe.

Xwarinê çêdikim, binê beroşê dişewite. Tiştekê binivîsim, ximav li ser kaxizê belav dibe û bi tevhevî dilewitîne. Pencerê digirim cama wê dişkê. Min çendekî destê xwe neda tiştekî, bê tevger mam, di mal de diketim hundirê dolabê, gava derdiketim der, di nedî de kevir dihat û li serê min diket. Ez pir li ber xwe ketim. Bi qasê hefteyekê baş bû. Min cardin her tişt ji bîr kir, bêhna min vebû.

Rojekê hevalan got, “em biçin kaşokan bajon!” Ez bi kaşokan bi weş hatim, li darê ketim, wek paçekî bi darê ve zeliqîm. Ez bi birîndarî û stûxwar ji wir vegeriyam. Gava xweş bûm, min sêçerx ajot, lastîkê wê teqiya. Li tirimbêla bavê xwe siwar bûm, tirimbêl xirab bû. Ji bo ku tiştek nebe, min xwe li nexweşiyê danî û ez ketim nav nivînan.

Li pey çend rojan dîsa ji mal derketim, çûm, min gog lîst, hevalê min ling avêt ber min, ez li erdê dirêj bûm, bi vê re nav dev û diranên min tije xwîn bû. Roja din ez çûm, li hespê siwar bûm, bi carê ve hespê xwe hilavêt û ez ji ser hespê ketim. Ev çend hefte ne, ti deng tine. Gelo ez ji vê belayê rizgar bûm yan na?”

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)

ponijîn :düşünmek
nêzîk : yakın
ka : hani / hele
lêhatin : uymak
lê nehat : uymadı
2005 :(du hezar û pênc)
xwarin çêkirin : yemek yapmak
beroş : tencere
şewitîn :yanmak
nivisandin :yazmak
ximav : mürekep /boya
belav bûn : dağılmak
tevhevî : tüm, bütün
lewitandin : batırmak
şikandin : kırılmak
çendeki : bir müdet /bir ara
tevger : hareket
hundir : iç /dahiliye
di nedî de : aniden
kevir : taş
li ber xwe ketin : üzülmek / kendî kendine kahırlanmak
ji bîr kirin : unutmak
bêhn vebûn : nefes almak
kaşok : kayak
ajotin : sürmek
paç : bêz / bêz parçası
zeliqîn : yapışmak
Bi darê ve zeliqîm: ağaca yapıştım.
birîndar : yaralı
bi birîndarî : yaralı olarak
stûxwar : boynu bükük
vegerîn : dönmek
xweş bûn : iyileşmek
sêçerx : üç tekerlekli bisiklet
du çerx : bisiklet
teqin : patlamak
tirimbêl : taksi / araba
xira bûn : bozulmak
ji bo ku : … için
Ji bo ku tiştek nebe. : birşey olmaması için
nexweşî : hastalık /hasta
Min xwe li nexweşiyê danî : Kendimi hastalığa verdim.
nivîn : yatak
ketim nav nivînan : yatağa girdim.
dîsa : yine
gog : top
min gog list. : top oynadım.
ling/nig : ayak
Hevalê min ling avêt ber min : Arkadaşım çelme taktı bana.
dirêj : uzun
dirêj bûn : uzamak
Ez li erdê dirêj bûm. : yere uzandım
diran / didan :diş
xwîn : kan
tijî bûn : dolmak
Dev û dıranên min tije xwîn bûn : ağzım dişim kan doldu.
din : diğerî
roja din : diğer gün
hilavêtin : hoplamak /sıçramak
ti : hiç
gelo : acaba
rizgar bûn : kurtulmak
Çend pirs;

1 – Sîdar çi dike?
2 – Di baweriya Sîdar de sala 2005an ji bo wî çawa ye?
3 – Gava ximav bela be çi dike?
4 – Sîdar di mal de diket ku derê?
5 – Hevalê Sîdar ji Sîdar re çi dibêje?
6 – Gava Sîdar kaşokê dajo çi tê serê wî?
7 – Hesp çi dike?

Kürtçede Türkçenin tersine bir çok edat kulanılmakta. Bu edatlar nesne ve objelerin tarifi, pozisyonlarını belirlemede, hatta kelime bükümlerinde büyük rol oynarlar. Ayrıca birçok fiil de edatlı fiilerdir. Örneğin “eve bakıyorum“ cümlesin de ismin “e“ hali kulanılarak bir yöne yöneliyor. Bu kürtçede “li“ edatı bu erki üstlemektedir. “Ez li malê dinêrim!”

Aşağıdaki edatları tekstin içinde bulun, bir daha cümle ile beraber okuyun.

binê beroşê (tencerenin dibi), li ser kaxizê(kağıdın üzerinde), bi tevhevî (bütünüyle), bê tevger (hareketli), di mal de (evde),
hundirê dolabê (dolabın içi), di nedî de(aniden), li serê min (benim üstümde), li ber xwe (önünde), bi weş(suratle), ji mal (evden),
bi kaşokan (kayakla), li darê(ağaca), bi darê ve(ağaca/ ağaca yapışık), ji wir zivirîm (ordan döndüm). li tirimbêla bavê xwe (babamın taksisine).
ji bo ku tiştek nebe (birşey olmaması için), li nexweşiyê danî( hastalığa verdi), ber min (önümde),
li pey çend rojan(bir kaç günden sonra), bi carê ve (aniden), ji ser hespê (atın üstünden), ji vê belayê( bu beladan).