Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 16

W- 9

Bajarê me

Gund piçûk e, bajar mezin e. Gundê me gundekî biçûk e. Li gund dukan tine, gundî diçûn bajêr, li wir tişt û mişt dikirîn. Gava gundî ji bajêr vedigeriyan, em zarok diçûn pêşiya wan, wan jî şekir didan me. Gava ez hîn li gund bûm, min tim dixwest ez biçim bajêr. Ez cara yekem bi bavê xwe re çûm bajêr. Bavê min hinek pere dabû min, min bi wî pereyî ji xwe re bestenî kirîbû.

Ji bajarê me re Depê (Karakoçan) dibêjin. Sînameya bajarê me biçûk bû. Heroj film tinebû, carina fîlm hebûn. Min tenê sê caran li wê sînameyê film sêrkir. Di fîlmeke de hirçê para berda yekî, ew jî ji tirsan bi darê ve hilkişiya, hespê wî jî ji tirsa hirçê bi zîn û bar ve çû. Qeraja bajêr jî wêçaxê biçûk bû. Gava min bajarên din dît û bi şûn ve hatim bajarê Depê, min xwe bi xwe got; “hey bajaro tu çima wiha biçûk î?” Min ji qeraja bajêr re jî wiha got; “hey qerajê qerajên bajarên mezin, mezin bûne, navên ewropî girtine, bûnin otogar, tu çima hîn qeraj î?”

Bi rastî ew biçûk jî be, her tişt lê tinebe jî, ez bîriya bajarê xwe dikim, ez ji bo wî helbestan dinivisînim. Di xewn û xeyalên min de ew heye. Ezê rojekê cardin biçim wir û bêjim: “Bajaro! Tu bajarekî biçûk, lê xweşik î, jiyan bê te nabe!”

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)
tişt û mişt : şeyleri, eşya ve benzer şeyleri
gava : …iken, eğer, …diğinde
bestenî : dondurma
bi wî pereyî : o para ile
kirîbû : satın almıştım
ji bajarê me re : şehirimize
heroj (her + roj) : her gün
tenê : yalnız, tek başına
sêr kirin : seyretmek
hirç : ayı
hilkişîn : tırmanmak, çekilmek
bi darê ve : ağaca
bi .. ve : bu edat(ilgeç) bitişik anlamını verir.
zîn : eyer
Hesp bi zîn û bar ve çû. : At eyer ve yük ile gitti.
qeraj : garaj, otogar
wê çaxê : o zaman
bi şûn ve : geriye, arka üstü
xwe bi xwe : kendi kendine
Ewropa : Avrupa
ewropî : avrupalı
bi rastî : doğrusu
bêrî kirin : özlemek
helbest : şiir
xewn : rüya

Biz bu derste ismin hallerini ve isim tamlamasını göreceğiz. Bütün dillerde en karmaşık dilbilgisi bölümü ismin halleridir. Bunları kavramanın en doğru yolu her dili o dilin mantığı içinde kavramaktır. Kürtçede bu konuda kendine has özeliklere sahiptir.

A – yaşıyan isim halleri

1 – Tewîneka xwerû = Yalın hal (nominativ)

Konuda kullanılan şu sözcükler yalın halde bulunmaktadır.
Gund
Gund biçûk e.
Bajar
Bajar mezin e.
dukan
Li gund dukan tine.

Kısacası cümle içinde hiç bir değişime uğramayan sözcükler yalın haldedir.

2 – Tewîneka tewandî = bükümlü hal (Akkusativ) bu kimi zaman Türkçenin “i” kimi zaman de “a” halerine deng düşer.

a)Kürtçede yönelim içeren cümlelerde bükümlü hal kulanılır.
Örnek:
dar darê
Ew darê dikire. = O ağacı satın alıyor.
Ew darê dibîne. = O ağacı görüyor.
Ew av dide berxê. = O kuzuya su veriyor .
Ew diçe malê = Eve gidiyor.

b) Bükümlü halin kulanımında eril sözcüklerin son hecesi “a” harfini içeriyorsa bu harf genelikle yumuşatılarak “ê” ye dönüştürülür.

Örnek

bajar bajêr
Gundî diçûn bajêr
welat welêt
Ez isal diçim welêt.
aş êş (değirmen)
Bavê min işev diçe êş.

c) Yine “i” halindeki eril sözcüklerde büküm takısı düşer.

Örnek:
Eril
esas durum takısız ve günlük kulanılan
Ez nanî dixwim. Ez nan dixwim (Ekmeği yiyorum.)
Ez kevirî dibînim. Ez kevir dibînim.(Taşı görüyorum.)
Ez bang Sîdarî dikim. Ez bang Sîdar dikim.
(Sîdar’ı çağırıyorum.)
Ez dîkî difiroşim. Ez dîk difiroşim. (Horozu satıyorum.)
Dişil
Sürekli büküm takısı ile kullanılır.
Ez sêvê dixwim. (Ben elmayı yiyorum.)
Ez darê dibînim. (Ben ağacı görüyorum.)