Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 19
W11 HESRETA WELAT
Gava ez hîn li gund bûm. tim li wan çiya û baniyên li dora gund digeriyam. Min ji wan avên zelalên wek şîrê pêsîrên dayîkan vedixwar, ew hewa ji bêhna sosin û beybûnên zozanan xwe guherandibû mîsk û amberê dikişand nav pişik û kezevê. Belê, mehê carê jî diçûm bajêr.
Gelek caran cîranên me dihatin, em di binê siya daran de rûdiniştin, diketin nav mijûliyan. Car caran jî hevalek dengxweş dest davêt kerika gohê xwe, dilorand û stranên li ser dilan ji me re distira.
– Gava tu li ku bû?
– Gava ez li gund bûm.
– Ha li gund! Baş e, ê te çi dikir?
– Ez diçûn, derdiketim serê çîya û baniyan.
-Te li dîmena gundê xwe dinêrî?
– Na, li xweşiya xwezayê sêrdikir.
– Te jî stran digotin?
– Eh min jî hinek dilorand.
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
banî = dam üstü
zelal = berak
pêsîr = göğüs/ kadın memesi
beybûn = papatya
pişik = akciğer
kezev = karaciğer
mijûlî = muhabet/ uğraşı
dengxweş = güzel ses
kerik = kulağın iç kısmı
Rêziman
Dema bori 2 / çîroka dema borî(durativ)= 2. geçmiş zaman, yada şimdiki zaman hikayesi.
Kürtçe’de de Türkçe gibi şimdiki zaman takısı geçmiş formu ile birlikte kullanılıyor. Bu form özelikle geçmiş zaman içinde sık sık tekrarlanan eylemleri dile getirmek için kulanılır.
Bu zamanın bileşimi.
a) têper (geçişli fiiler)
Şimdiki zaman takısı + geçmiş zaman kökü
Di + got
Min digot = Ben söylüyordum.
Çekim
Olumlu – olumsuz
Min digot. – Min nedigot.* (ben söylemiyordum.)
Te digot. – Te nedigot.
Wî digot. – Wî nedigot.
Wê digot. – Wê nedigot.
Me digot. – Me nedigot.
We digot. – We nedigot.
Wan digot. – Wan nedigot.
*Şimdiki zamanın aksine, bu ikinci geçmiş zamanda olumsuzluk şimdiki zaman takısı ile birlikte kulanılır.
Têneper = geçişsiz fiil
şimdiki + geçmiş + kişi zamiri
zaman takısı – zaman kökü – takısı
di + keniya + im
Ez dikeniyam = Ben gülüyordum.
Erênî – nerêni.
Ez dikeniyam. – Ez nedikeniyam.(Biz gülmüyorduk)
Tu dikeniya(yî). – Tu nedikeniya(yî).
Ew dikeniya. – Ew nedikeniya.
Em dikeniyan. – Em nedikeniyan.
Hûn dikeniyan. – Hûn nedikeniyan.
Ew dikeniyan. – Ew nedikeniyan.
İşlediğimiz konuda kullanılan bu şimdiki zaman hikayesini bir daha okuyalım.
Ez li dora gund digeriyam. = Ben köy etrafında geziyordum.
Min avên zelal vedixwar. = Ben berak suları içiyordum.
Min ew hewa dikişand nav pişikê. = Ben o havayı ciğerlerime çekiyordum.
Ez mehê carê jî diçûm bajêr. =Ayda bir şehire gidiyordum.
Cîranên me dihatin. = Komşularımız geliyordu.
Em di binê siya daran de rûdiniştin. = Biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk.
Baş e, lê te çi dikir? = Güzel, ya sen ne yapıyordun.
Ez diçûn, derdiketim serê çîyan. = Ben gidiyordum, dağlara çıkıyordum.
Sen de bu cümlelerdeki fiilerin çekimini şimdiki zaman hikayesi formuna uygun çek.
Pêhînî 1 Mînak:
(Dema) welat, bûn, pirtûk, xwedin.
Dema ez li welat bûm, min pirtûk dixwend.
1 – (gava) gund, bûn, çiyan gerîn.
2 – (gava) ciwan, bûn, stran gotin.
3 – (dema) ciwan, bûn, xwe cîhan, din dîtin.
4 – (gava) etar (çerçî), hatin, gund, pir tiaht firotin.
Pêhînî 2 Mînak:
Do tu li mal bûyî? Na, ez do ne li mal bûm.
1 – Teşî di ciwantiya xwe de stran digotin?
2 – Tu jî li çiya û baniya digeriyayî?
3 – Ma cîran dihatin mala we?
4 – Hûn jî di bin daran de radibûn govendê?
5 – Ma we li welat bi kurdî dixwend?
Şu cumleleri Kürtçe’ye çevirin.
Ben köyde iken, köyün etrafında dolaşıyordum.
Ben o anne memesindeki ak süt gibi berrak sulardan içiyordum.
Ayda bir şehire gidiyordum.
Çoğu zaman komşularımız geliyordu, biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk.
Ben gidip dağ ve tepelerin üstüne çıkıyordum.
Hayır, doğanın güzelliğine bakıyordu.
Eh! Ben de biraz mırıldanıyordum.