Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 26

W. 14

RÊWÎ

Ez rêwî me, ez ê sibe biçim welat. Dilhejîkê wisa ez girtime, dikim ku bifirim. Eger ev dilhejî wisa biçe, bi rastî jî ez ê bifirim. Ez û Sîdar em bi hev re diçin. Em ê bi balafirê bifirin û di nav çend saetan de li welat daynin. Ez ê berê wî erdê welat ramîsim. Hûn ê jî wisa bikin? Hima li pey ez ê wê hewa xweş a wekî derman bikişînim nava pişikê. Em ê bigerin li wan çîyan û baniyan, dê bêhna me vebe, gulên şahiyê di rûyê me de vebide. Bêguman em ê ava kaniyên welêt jî, bi têra dilê xwe vexwin û kesera xwe bitefînin.

– Belê, belê hûn ê biçin, hesreta dilên xwe bitefînin. Eh! Xwedê ji me re jî kerîm e, em ê jî di xewnên xwe de biçin welat. Wê bayê evîna dil giyana me bigire, bibe welat û gav bi gav bigerîne.

– Ez ê îranîstîk bixwînim, Tu yê çi bixwînî?
– Ez ê jî ji îranîstîk beşa kurdî bixwînim.
– Gelo wê ev keçikên li vir çi bixwînin?
– Ew ê jî beşa civaknasî bixwînin.
– Emê zanîngehan biqedînin û xwe ji avakirina welat re amade bikin.
– Wê welatê me bi awayekî nûjen were avakirin.

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)

rêwî /rêwîng : yolcu
dilhejî : heyecan, gönül titremesi
Dikim ku bifirim. : uçasım geliyor
balafir : uçak
ramîsan : öpmek ( aşıkların öpüşü)
bêguman : şüphesiz
gulên şahiyê : sevinç gülleri
tefandin /vemirandin : söndürmek
giyan : ruh, can
di xewnên xwe de : rüyasında
civaknasî : sosyolojî
zaningeh /zanko : universite, yüksek okul
avakirin : inşa etmek
nûjen : modern, yeni
bi awayekî nûjen : modern bir şekilde.

Rêziman

Dema wê bê (futur1) = gelecek zaman

Kürtçede dilbilimciler tarafından farklı adlandırılan bir gelecek zaman yardımcı fiili var. Bu fiil özünde �dên� dir. Bu fiil diğer fiiler gibi kişilere göre çekilmiyor. Bir eski biçimi var, bir de yeni biçimi var. Ayrıca ünlem olarak da iki biçimi var. Bunları sırayla açıklayalım.

Önce konumuzda geçenlerden bir kaçına bir göz atalım.

Ez ê sibe biçim welat.
Em ê bi balafirê bifirin
Hûn ê jî wisa bikin?
Tu yê çi bixwînî?
Ew ê jî beşa civaknasî bixwînin.
Wê welatê me bi awayekî nûjen were avakirin. (avabikin)*
Dê bêhna me vebe, gulên şahiyê di rûyê me de vebide.
Wê bayê evîna dil giyana me bigire, bibe welat û gav bi gav bigerîne.
Sîz de tekste bakın gerî kalanlarin altını çizin.

Têbinî (dipnot):

Birleşik fiillerde kip öntakısı olan �bi� kullanılmaz, ya da kullanımına ihtiyaç yoktur. Bazı yörelerde az da olsa kullanılır.

Konudaki kullanımda da görüldüğü gibi, yardımcı fiil özneden sonra sadece �ê� biçiminde kulanılır. Esas fiilin önünde de kip takısı olan �bi� öntakısı kullanılıyor.

Mînak:

Çûn

Ez ê biçim. (Ben gideceğim)
Tu yê biçî.
Ew ê biçe.
Em ê biçin.
Hûn ê biçin.
Ew ê biçin.

gotin

Ez ê bêjim (bibêjim).
Tu yê bêjî. (sen söyleyeceksin.)
Ew ê bêje.
Em ê bêjin.
Hûn ê bêjin.
Ew ê bêjin.