Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 28

W 15

Ziman

Dilovan û Bengî rûniştine, li ser zimanan dipeyivin, dîtina herdûyan wiha ye: Her ziman kulilkek ji baxçê xwezayê ye. Divê her mirov bi vî nêrînê li zimanan binêre. Wiha nenêre jî, divê bi kêmasî ji zimanan re rêz bigire. Di nava zimanan de zimanê herî girîng jî zimanê dayîkê ye. Bi gotineke hê kûrtir, zimanê dapîr û bapîran e. Eger mirov bikane zimanên din jî fêrbibe, tiştekî gelek baş e. Di dawiyê de li ser kurdî peyivîn.

Dilovan : “Em kurd bi her zimanî dinivîsin û dixwînin, lê nikanin bi zimanê xwe bixwînin! Rast ev ji bo me ne şerm e?”

Bengî: “Eger mirov nikanibe bi zimanê dayîkê binivîse û bixwîne, bi rastî jî şerm e.”

Dilovan: “Tu dikanî bi kurdî binivîsî û bixwînî!”

Dildar: “Ez nizanim çawa bêjim! Bi rastî ez dixwezim fêrê nivisandin û xwendina kurdî bibim, lê ta niha hê hîn ne bûme.”

Bengî: Ez dikanim bi kurdî bixwînim û binivisînim. Ez dixwezim hînê soranî û kirdkî jî bibim!”

Dilovan: “Xwezil bi dilê te! Divê ez jî di demeke kin de fêrê nivîsandin û xwendina kurdî bim!”

Dildar serê xwe kir ber xwe. Şeydayê lê nêrî û:

“Çi bû? Te te fedî kir?”

Bengî: “Nizanim! Tiştek wilo! Ez dikim rabim, biçim mal.

şerm : utanç, ayıp
dîtin : görüş
wiha : şöyle
Dîtina herduyan wiha ye. :İkisinin görüşü şöyledir.
kulîlk : çiçek
nêrîn : bakış
bi vê nêrînê : bu bakışla
kêmasî : eksiklik, en az
bi kêmasî : en azında
rêz girtin : saygı göstermek, hürmet etmek, tolerans göstermek.
rêzdar : sayın
girîng : Önemli mühim
herî girîng : en önemli
herî : azami
kurt/ kin : kısa
kurtir : en kısa
dapîr û bapîran : nineler ve dedeler, atalar
fêrbûn / hîn bûn : öğrenmek
soranî : Güney’de konuşulan Kürtçe lehçesi
kirdkî : Kuzeybatı’da konuşulan Kürtçe’nin lehçesi (Zazaki)

Rêziman

Lêkerên alikar = Yardımcı fiiller.

Bu konuda da yardımcı fiileri öğreneceğiz. Daha önce gelecek zamanda kullanılan bir yardımcı fiil görmüştük. Türkçe’de yardımcı fiiler temel fiilin sonuna getirilen eklerle yapılmakta. Türkçe’nin aksine Kürtçe’de bir çok yardımcı fiil kulanılır. Biz burada bir kaçını öğrenelim.

1 –“Kanîn” yada “karîn” =… ebelmek, …abilmek ikisi de kulanılmaktadır. İkisi de aynı anlamdadır. Hangısini kullanırsan kullan Kurmanci konuşan bütün Kürtler tarafından bilinir.

a) tek başına çekimi
Erênî

Ez dikanim /dikarim = Ben …ebilirim Tu dikanî /dikarî Ew dikane /dikare Em dikanin /dikarin Hûn dikarin /dikarin Ew dikanin /dikarin