Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 30

W. 16

KALÊ REBEN

Kalê reben serê xwe rakir, bi şêweyekî melûl û ji hevdaketî li jina xwe ya ji xwe ciwantir bi stûxwarî nêrî, bi dengekî zar zor tê fêmkirin:

“Ez gelek nexweş im, nikanim (karim) rabim. Tu dikanî xêra dê û bavê xwe tasekî avê bide min?” got.

Jinika bi vî dengê melûl ji cîhana xeyal û xewjînan zivirî, bê dudiliyek bi dengekî xweş wiha bersiva wî da:

“Çima nikanibim! Ez dikanim avê jî, nan jî bidim te, bes tu bixwazî.”

Kalê bê hêvî li hember vê bersiva xweş û bi bawer:

“Xwedê ji te razî be!” got û berê hinek rawestiya, dûv (dû) re: “Divê ez herim alif jî bidim dewaran, lê bi vî rewşî nikanim biçim… Hê!..

Zarokino, ma hun dikanin biçin?” got.

Zarokan bi yek dengekî bersiv danê:

“Belê, kalo, em dikanin.”

Jinikê berê xwe da kalê reben û jê re:

“Ez dixwazim biçim mala keça xwe, tu çi dibêjî?”

“Hima kengê dixwazî biçî., lê divê tu êvarê vegerî. Hîn gelek karê me heye. Divê em hîn darên şewatê bidin hûrkirin, xanî bidin loxkirin, kulekan bidin girtin!”

Jinikê bi hêrs gotina wî birî û:

“Oooof!… Nan bidin lêxistin, fera û folan bidin şûştin! Hîn dan tê kutan, mange tên dotin, stran tên gotin! Ma gotinek din ma?”

Hinek rehê mêraniyê hat kalê û :

“Ma te ji bo çi mêr kiriye! Bo rûniştinê? Ev mal e! Divê her karê malê bê kirin.”

– Ev çi rewş e! Em heroj tên kuştin.
– Belê, belê, em hatin kuştin, em tên kuştin, eger wisa biçe, emê hîn pir bên kuştin.
– Heso porê xwe dide kurkirin (kurtkirin, qusandin).
– Ma wî hîn hefta çûyîn porê xwe kurkiribû!
– Lo, lo ew kilê çavên keçan e, ewê sibê jî bide çêkirin.
– Ez dixwazim sibe biçim mal.
– Fermo, tu dikanî biçî.
– Hêrs nebe, divê ez biçim. Divêtî heye.
– Ha ew mijara! Belê, divê tu biçî.

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)

reben : zavallı
şêwe : tarz, biçim.
melûl : sönük, zayıf, halim
hevdaketî : dökülmüş, dökük,
ciwan : genç
stûxwarî : boynu bükük
kanîn /karîn : …e bilmek, o yetenekte olmak (yardımcı fiil)
Ez dikanim bêjim. : Ben söyleyebilirim.
xwezil : keşke
dudilî : ikircikli, şüpheli
bes : yeter
bawer : güven, inanç
rawestan : durmak, dikilmek
alif : yem, hayvan yemi
vîn : gerekmek, mecbur olmak, irade
şewat : yangın
darên şewatê : yakacak odun
kulek /rojing : dam üstünde ki pencere.
Nan bidin lêxistin.: Ekmek yaptırmak(Pişirtmek)
dan : döğme (buğday)
reh : kök, damar
mêranî : erkeklik, yiğitlik
Em heroj tên kuştin.: Biz hergün öldürülüyoruz.
kurkirin / qusandin : saç tıraşı olmak