Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 34
W 20
Sal û Saet
Temenê mirovan ne pir dirêj e. Mirov zaroktiya xwe piçek dijî, li pey hew dibîne ku di nav çend salan de mezin bûye. Sal jî ne dirêj e, ne wisa? Tenê çar demsalên wê hene. Mirov dikane bibêje dazdeh meh, yan jî pêncî û du hefte ye. Bi zimanekî din sêsed û şêst û pênc roj û nîv e. Hejmar çiqas zêde dibe dem jî ewqas kurt dibe. Salekî bi tevhevî li dora 8772 saetan e.
Zinar -Tu çima dîsa serê me bi tiştên vala dêşînî?
Sercan – Na lo! Ez serê te naêşînim, tenê rastiyê dibêjim.
Z – Ma rastî bi te maye?
S – Ca wan pirsên dîno mîno cîh bihêle, tu dikanî navê herçar demsalan bêjî.
Z – Belê, bihar, havîn, payîz, zivistan.
S – Belê, belê, li biharê kulîlk vedibin, havînê hewa germ e, payîz bêndera mêweyan e, zivistan jî kirasê ji berfê li xwe dike.
Z – Oho hoo! Li Sercanê romantîk binêrin!
S – Henekan cîh bihêle, tu dikanî navê mehan bêjî?
Z – Di wî de çi heye! Aha ji te re: “Rêbendan, reşemî, adar, avrêl, gulan, pûşper, tîrmeh, tebax, rezber, cotmeh, mijdar, berfenbar.
S – Ma navê cotmehê ne kewçêr e?
Z – Welle ez nizanim! Min kew neçêrandiye! Eger tu wilo bibêjî, ezê jî ji te re şivanê kewan, ango kewçêrvan bibêjim.
S – De qeşmeriyê cîh bihêle, hinek wilo dibêjin, ji mijdarê re jî “sermawez” dibêjin!
Z – Hevalê delal tu jî me nekî rewşa zimanzanan, em wiha xweş dibînin.
S – Tu rojên hefteyê jî dizanî
Z – Ha ha! Ma ez wekî te nezan im?
Rojên hefteyê heft in, carna bi êş, keft û left in.
Duşemî destpêka karê heftê ye, vê rojê kar giran e, çav li êvarê ye.
Sêşemî roja bêdeng e û hima li pey duşemî ye.
Çarşemî li navenda heftê şaş û lal maye.
Pêncşem dawiya rojên bi hejmar e.
Inî bi serê xwe ye, nizanim çima nebûye şeşşemî.
şemî destpêk e, yekşemî roja betlanê ye.
S – Bi rastî tu jîr î ha! Tewlo dolo!
Z – Ma tu henekê xwe bi min dikî? Tu mêr î tu jî danên rojê bibêjî.
S – Berê berbang, li pey beyanî, bi parîkî nanî, navê wê dibe xwirînî,
Li pey taştê tê nava rojê tê, navê xwarina wê firavîn e, ev tev li danê sibê ne.
Danê êvarê destpê dike bi esra biyanî, li pey wê êvar e dayîkê şîv danî.
Tarî dikeve erdê, dibe şev, navê xwarina şevê paşîv
Ev jî danê şevê ye, de têke tûr, heqîb.
Z – Ha ha ha! Zikbirçî, çavên te tenê li xwarinê ye.
S – Ez westiyam, êdî bes e!
Z – De bes e, bes e!
sal : yıl
saet : saat
temen : ömür, yaş
zarokatî /zaroktî : çocukluk
di nav çend salan de : bir kaç yıl içinde
demsal / werz : mevsim
dazdeh / diwazdeh : 12
meh : ay (on iki ay)
pêncî û du : 52
sêsed û şêst û pênc û nîv : 365,5
nîv : yarım
hejmar : sayı
kurt / kin : kısa
heşthezar û hevsed û heftê û du: 8772
pirs : soru
dîno mîno : delî melî
cîh hîştin : bırakmak, geride bırakmak
li cih hiştin : yerinde bırakmak, terk etmek
bihar : ilkbahar, (cemreli, yaşam sıcaklığı)
havîn : yaz mevsimi
payîz : sonbahar
zivistan : kış
kulîlk : çiçek
vebûn : açılmak
bênder / bêder : harman
kiras : iç çamaşır, fistan
berf : kar (kışın kar yağar)
li xwe kirin : giyinmek
rêbendan /çile : ocak ayı
reşemî / sibat : şubat
adar : mart
avrêl / nisan : nisan
gulan : mayıs ayı
pûşper / heziran : haziran
tîrmeh : temmuz
tebax / gelavêj : ağustos
rezber /ilon : eylül
cotmeh /kewçêr : ekim ayı
mijdar / sermawez : kasım
berfembar /kanûn : aralık
kew : keklik
çêrandin : otlatmak
ziman : dil, lisan
zimanzan : dilbilimci
keft û left : zorlu zahmetli, müsademe
duşemî : pazartesi
sêşemî : salı
çarşemî : çarşamba
pêncşemî : perşembe
în : cuma
şemî : cumartesî
yekşemî /bazar : pazar