Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 40

Wane 22 Dem û kat

Berfîn nexweş e. Serî, ling, wesle, zik, sîng, dil, kezev, pişik, yanê bi kurtî her derê wê dêşe. Çavên wê ji ber êşa serî venabe. Bi tevê birayê xwe Sîpan rabû û çû doxtor. Doxtor ji Berfînê pirsî D – Kudera te diêşe? B – Her derê min diêşe bijîşkê delal. Doxtor destê xwe da pişta Berfînê, Berfîn qêriya: – Ayîîî dêşe! Doxtor destê xwe da zikê wê û hinek dewisand, Berfîn dîsa qêriya! – Ayîîî dêşe! Doxtor pîlê wê rakir, lê Berfîn dîsa qêriya! – Ayîîî dêşe! Doxtor piçek jî serê wê guvaşt, Berfîn dîsa qêriya. – Ayîîî dêşe! Doxtor keniya û got: – Berfîn metirse, tiştekî te tine. Te tenê serma girtiye û tu bi zekemê ketiyî. Ez ji te re hin dermanan dinivîsim. Here têkeve nav nivînan, dermanê xwe bigire. Çaya pûngê vexwe, bila ji te re şorba kardiyê çêkin wê bixwe. Berfînê got: – Heke tenê serma ye, çima her derê min dêşe? – Bi te wer tê, tenê ji ber bandora zekemê wer xuya dike. Hîç metirse! Berfîn hat mal, serê xwe pêça, pişta xwe girêda, gorên qalind kir lingê xwe û ket nav nivînan. Gava roja din ji xewê rabû, destê xwe da pişta xwe, pişt nedêşiya, serê wê jî xweş bûbû, tenê qurequra mede wê bû. Fêm kir ku birçî bûye. Berê ket serşoyê bi destê biçûk ser û çavên xwe şûşt, tiliyên zirav wekî şeyê seriyan di nav porê xwe re kir, pişta xwe û çîpên xwe krem kir, berê kincên xwe li xwe kir, paşê jî hat taştê xwar.