Dersên Kurdî – Kürtçe dersler -7
WANE 3
ZOZANÊ ME;
Em biharan diçin zozanan. Keç û bûkên gundê me xwe dixemilînîn, li hespan siwardibin û berê xwe didin waran. Kar dikeve ser milên herkesî; şivan berê birên pez didin zozanan, berxivan jî berxan hêdî hêdî ber bi waran dikişînin. Gundî tiştên xwe li ker û hespan bardikin, dibin waran, baran datînin, konan vedigirin, hinek jî çeper û holikan çêdikin.
Roj dibe roja zarokan, ev roj ji bo wan wekî cejn e. Ew gulên pêşerojê dikevin nava mêrgên zozanan, deste deste gul, sosin û beybûnan dibistînin. Dengê zarokan, kalîna berxan û orîna golikan li hev diqelibin, dibe şadî û dikeve nava waran.
Ber bi nîvro gavan dewaran dajo nava waran. Zarok diçin çêlekan tînin û li ber konan girê didin. Jin, berê golikan berdidin bin mangan û dûv re didoşin. Gava gavan diçe mala xwe, şivan jî pez tîne bêriyê. Bêrîvan eyaşîran dikin tûran, didin pişta xwe, elban davêjin milên xwe, diçin bêriyê û pez didoşin, gava elban tijî dikin, tînin berdin eyaşîran. Li pey dotinê berxivan berxan berdide nav pez. Berx makên xwe dibînin, dikevin bin û dimijin. Ev jiyan îro ji bo min wekî xewn e.
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)
bihar : ilkbahar
baharan : ilkbaharlar /ilkbaharda
çûn : gitmek
Em diçin. : Biz gidiyoruz.
zozan : Yayla
keç : kız
bûk : gelin
xwe : kendi / kendini
xemilandin :süslemek /bezemek
xwe xemilandin : kendini süslemek
Keç xwe dixemilinin : Kızlar kendilerini süslüyorlar.
hesp : at
siwar bûn : binmek
Li hespan siwardibin. : Atlara biniyorlar.
Li ereban siwardibin. : Arabalara biniyorlar.
berê xwe : yönünü
war : yayla
dayin : vermek
didin : veriyorlar
Berê xwe didin waran. : Yönlerini yaylalara veriyorlar.
kar : iş
ketin : düşmek
dikeve : düşer
ser : üst
mil : omuz
kes : kişi
herkesî : her kese
şivan : çoban
bir : sürü
pez : koyun /küçük baş hayvan
birê pez : koyun sürüsü
berxivan : kuzu çobanı
berx : kuzu
hêdî hêdî : yavaş yavaş
ber bi : istikamete / doğru (bir yöne doğru)
dikişine : çekiyor
kişandin : çekmek
tişt : eşya / şey
tiştên xwe : eşyalarını / şeylerini
ker : eşek
bar : yük
barkirin : yüklemek
birin : götürmek
dibin : götürüyorlar
danîn : indirmek
datînin : indiriyorlar
kon : kıldan dokuma çadır
vegirtin : germek/ çadır kurmak.
çeper : çeper
holik : kulube /yayla evi / evcik
çêkirin : yapmak
çêdikin : yapıyorlar
roj : gün
roja : günü
zarok : çocuk
ev : bu
ji bo : için
ji bo wan : onlar için
wekî : gibi
cejn : bayram
ew : o / onlar
pêşeroj : gelecek
nav : iç / içine
mêrg : çayır
deste : deste /buket
sosin : susen (bir çeşit çicek)
beybûn : papatya
bistandin : dermek / sapıyla koparmak
dibistinin : deriyorlar
deng : ses
kalin : meleme / melemek
orin : böğürme böğürmek
golik : dana
nivro : öğlen / gün ortası
gavan : sığırtmaç / büyükbaş hayvan çobanı
dewar : sığır
ajotin : sürmek
dajo : sürüyor
çêlek : inek
anîn : getirmek
tînin : getiriyorlar
li ber : önünde
girêdan : bağlamak
girêdidin : bağlıyorlar
berê : önce
berdan : bırakmak
berdidin : bırakıyorlar
bin : alt
mange : inek
dûv re /dû re : sonra
dotin : sağmak
didoşin : sağıyorlar
mal : ev
Gavan diçe mala xwe : sığır çobanı evine gidiyor.
bêrî : koyun sağma yere
Şivan jî pez tîne bêriyê : Çoban da koyunları sağma yerine getiriyor.
bêrîvan : koyun sağan kadın
eyaşir : süt tulumu
tûr : kulplu yünden çanta /torba
dike : yapar
dike tûran : torbaya koyar
pişt : sırt
Dide pişta xwe. :Sırtına alıyor /sırtına veriyor.
elb : ağaçtan kova
avêtin : atmak
davêje : atıyor
milê xwe : koluna
Davêje milê xwe. : koluna atıyor.
diçin : gidiyorlar
tijî : dolu
tijî kirin : doldurmak
tijî dikin : dolduruyorlar
li pey : ardından
mak : anne
dîtin : görmek / bulmak
dibînin : görüyorlar
mîtin : emmek
dimijin : emiyorlar
jiyan : yaşam / hayat
xewn : ruya
di bin darê de : ağacın altında
rûniştin : oturmak
rûdine : oturuyor
firavin : öğle yemeği
xwarin : yemek (fiili) dixwe : yiyiyor