Alfabeya Kurdi

İlk Kürtçe Alfebe

  • Marogûlov

Alfabeya pêşîn a latînî ji aliyê Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin. Bi spiratina hukumeta Ermenistanê, di sala 1928’an de Erebê Şemo û Isahak Marogulov (bi koka xwe asûrî) alfabeya kurdan ya bi tîpên latînî damezirandin. Hema wê salê pirtûka wan e “Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî” çap bû. Ev yekemîn pirtûka kurdî bi tîpên latînî bû.

A a B b C c Є є Ç ç D d E e Ә ә
F f G g Ƣ ƣ H h I i Ь ь J j K k
Ⱪ ⱪ Q q L l M m N n O o P p Ҏ ҏ
R r S s Ş ş T t Ţ ţ U u Y y V v
W w X x Z z Ƶ ƶ Ħ ħ Ә́ ә́

İkinci Kürtçe alfebe

  • Celadet Bedirxan

Piştre alfabeya latînî ya Mîr Celadet Bedirxan ve çêkirin. Mîr Celadet, ji sala 1919’an dest bi amadekirina xebata alfabeya latînî kirîye. Wî, di 15’ê gulana sala 1932’an de di hejmara pêşîn ya kovara Hawarê de dest bi belavkirina alfabeya kurdî a latînî kiriye. Loma ji alfabeya kurdî ya latînî re “alfabeya Hawarê” yan jî “alfabeya Celadet Bedirxanî” jî tê gotin.

A a B b C c Ç ç D d E e Ê ê F f
G g H h I i Î î J j K k L l M m
N n O o P p Q q R r S s Ş ş T t
U u Û û V v W w X x Ẍ ẍ Y y Z z

Son yazılan Kürtçe alfebe:

  • Yekgirtû

Alfabeyeka nû ya ku ji bo nivîsa kurdî amade bûye alfabeya Yekgirtú ye. Ev alfabe KAL (Kurdish Academy of Language) yanê “Akademiya Kurdî a Ziman” amade kiriye û armanca wê yekbûna nivîsa kurdî ye.

Ev alfabe ji 34 tîpan pêk tê:

A, B, C, D, E, É, F, G, H, I, Í, J, Jh, K, L, ll, M, N, O, P, Q, R, rr, S, Sh, T, U, Ú, Ù, V, W, X, Y, Z

Ev alfabe zêde nayê bikaranîn.

A a B b C c D d E e É é F f G g
H h I i Í í J j Jh jh K k L l ll
M m N n O o P p Q q R r rr S s
Sh sh T t U u Ú ú Ù ù V v W w X x
Y y Z z

kaynak: wikipedia