Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 32

W. 19

Eger,
– Eger ez cardin biçim welat, ezê pincarên biharê bidim hişk kirin û bînim. Kê wan pincaran bixwe, tucar nexweş nakeve. Lê gava tu biçî, tuyê çi bikî? Çi bînî?
– Heke rojekê nesîbê min be û ez bikanim biçim!… Ezê axa welat bînim, ax!… Wekî giyanpak Nûrî Dêrsimî bi balgiya xwe ve bidûrim û bidim bin serê xwe.
– Wele min kiriye serê xwe, heke xwediyê kar bo şeş hefteyan îzin bide min, ezê biçim.
– Law bes e!… Bes eee!…. Eger hebe, eger bide, eger bibe!…. Eger, eger!… heke, eke! Bese lo!…
– Ma em çi bikin! Bê daxwazî û hêvî nabe, divê mirov bi hêvî be, Mirov nikane bê hêvî bijî.
– Wê çaxê de were, em dest pê bikin: Xwezila ez niha li ser kaniya zozanê me bama, min agirê darê mazî dabida, kivkarikê kinkorê berev bikira, li ser wî agirî kewa bikira û têra dilê xwe bixwara.
– Bila welatê min rizgar be, qe jî ez bimirim.
– Lo lo, bila ew neyê, qe jî kar bi tevhevî li ser min bimîne.
– Gerekê li pey şîv xwarinê bi rê biketana.
– Divyabû ew bi şev têketana meterîsê, hetanî sibê têde bimana.

balgî/ balif : yastık
ax / xwelî : toprak
giyanpak : şehit / rahmetli / ruhu nurlu
xwedî : sahip
xwediyê kar : iş sahibi
Lawo bes e! : Yeter yaho!(ulan)
eger/ heke/ eke/ ger : eğer şayet
hêvî : umut /ümit
daxwazî : istem / talep
xwezil : ne mutlu, keşke
xwezila : keşke
mazî : meşe ağacı, araba mili
agirê darê mazî : mêşe ağacı ateşî
kivkarik /kakulilk : mantar
kinkor : geniş yapraklı bir çeşit ot.
kivkarikê kinkorê : kinkor mantarı.
berevkirin : toplamak
kewa : közleme
kewakirin : közlemek
kewaw /kebab : közlenen
kift : sıkı, sıkılmış
kifte : köfte (sıkılmış sözcüğünden geliyor)
rizgar bûn : kurtulmak
rizgarî : kurtuluş
bila : hiç değilse, ah bir olsa, hiç de
qe /qet : hiç
qe jî / qet jî : hiç de
tevhev : tüm, tamam
tevhevî : tamamı
şîv : akşam yemeği
meteris : siper.
sî : gölge
per : kanat, telek

Anlaşılması için lütfen konunun kısa cümleler halindeki tercümelerini dikkatli inceleyin.

Eger ez cardin biçim welat, : Eğer bir daha ülkeye gidersem!
Ezê pincar bidim hişk kirin û bînim. : Pancar kuruturacagim ve getireceğim
Kê wan pincaran bixwe, nexweş nakeve. : Kim o pancarlari yerse, hasta olmaz
Lê gava tu biçî, tuyê çi bikî? Çi bînî? : Şayet sen gidersen, ne yaparsın, ne getirirsin?
Heke rojekê nesîbê min be? : Şayet bir gün naspm olursa?
Ez bikanim biçim!… : Ben gidebilsem!..
Ezê axa welat bînim, ax!… : Ülkenin toprağını getireceğim! Toprak!
Wekî giyanpak Nûrî Dêrsimî bi balgiya xwe ve bidûrim û bidim bin serê xwe. = Rahmetli Nurî Dersimi gibi yastığıma dikip başımın altına koyacağım.
Heke xwediyê kar bo şeş hefteyan îzin bide min! = Eğer iş sahibi bana altı hafta için izin verirse!
Law bes e!… Bes eee!…. : Yeter yahu, yeter!
Eger hebe, eger bide, eger bibe!…. : Şayet olursa! Eğer verirse! Eğer olursa!
Ma em çi bikin! Bê daxwazî û hêvî nabe! : Ne yapalım, istem ve umut olmadan, olmaz.
Divê mirov bi hêvî be! : Insan umutlu olmalı
Mirov nikane bê hêvî bijî. : Insan umutsuz yaşayamaz!
Wê çaxê de were, em dest pê bikin! : O zaman gel başlayalım.
Xwezila ez niha li ser kaniya zozanê me bama! : = Keşke şimdi yaylamızın çeşmesinin başında olaydım.
Min agirê darê mazî dabida! : Mêşe ağaçlarından ateş yaksaydım.
Min kivkarikê kinkorê berevbikira! : Kinkor mantarlarini toplasaydım.
Min ew li ser wî agirî kewabikira! : Onları ateşin üstünde közleseydim.
Min têra dilê xwe bixwara! : Doyuncaya kadar yeseydim!
têra dilê xwe : gönlüme uygun, gönlümce
Bila welatê min rizgar be, qe jî ez bimirim. : Ülkem kurtulsun da, ben öleyim.
Bila ew neyê, qe jî kar li ser min bimîne. : O gelmesin, hiç de iş üstümde kalsın!
Gereke li pey şîv xwarinê bi rê biketana. :Akşam yemeğinden sonra yola çıkmaları gerekirdi.
Diviyabû ew bi şev têketana meterîsê! : Akşam sipere girmeleri gerekirdi!