Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 20

Dibêjin; hebûye tinebûye Belengazekî xwedê hebûye. Qet tiştekî wî tinebûye. Biharan pel û pincar civandiye, xwariye; zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê.

Gava belengazê xwedê rojek ji rojên zivistanê dîsa derketiye nêçîrê, kêvroşkeke belekê rindik ji bin zinarekî wek derba fîştoqê fijiqiye û bi weş bazdaye. Wî jî serî daye ser. Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye. Di wê kêliyê de kêvroşk lê hatiye ziman û gotiye: “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.”

Her çendî qure qura zikê belengazê xwedê jî bûye, wî ew kêvroşk berdaye. Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têrkiriye. ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye.

Xewneke gelek xweş dîtiye, di xewna xwe de çûye mala bavê kêvroşkê. Kêvroşk jî bûye keçekê delal, xwe bi awayekî gelek xweşik xemilandiye, hatiye, bi destê wî girtiye û wan bi hev re berê xwe dane tirîjê rojê, bûnin zirnixek ji tirîjê rojê, bi rojêre helyane û firyane.

-Tu dizanî çi bûye? – Na! Çi bûye?
– Dibêjin erd hejyaye! – Na lo! Kê got.
-Min ji radyoyê bîhîst.
– Kamo miriye – Na lo! Kê ji te re got.
– Memo got. – Kengê miriye?
– Du roj berê.
– Pêê! Berf bariye!.. – Law çi ecêv e. hîn hetanê nîvê şevê jî her der çîk sayî bû
– Him jî her der girtiye.

Halk arasında masal anlatılırken genelikle “hebû tunebû” formu kullanılır.

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)

hebûye : varmış
tinebûye : yokmuş
belengaz : fakir, zavalı
xwedê : Allah, tanrı.
pel : yaprak
pincar : pancar
nêçîr : av, avcılık
kêvroşk /kerguh : tavşan
zinar : kaya
derb : mermî, darp
fiştoq : Havai fişek patlayıcısı/ fırlatıcısı
fijiqîn : çok hızlı bir şekilde fırlamak.
weş : hiz, surat
nêzîkê tarî têkeve ewrdê : yere karanlığın çöküşüne yakın
her çendî : her nekadar
xewn : ruya
westîn : yorulmak
westiyaye : yorulmuş
awayek : bir biçim de, birşeyler yapma
tirîj : ışın, güneş ışını.
zirnix : zere, zerecik

Rêziman

Biz bu derste de üçüncü geçmiş zamanı, yada mişli geçmiş zamanı göreceğiz. Bu zaman genelikle ikinci kişi tarafından kullanılır, yada hatırlanmayan, kesin bilinmeyen zaman dır. Bu fransızcanın “pase simple”, almancanın “konjuktiv perfek” zamanlarına denk düşer.

Bu konuyu anlamak için tekstin sonundaki kısa dialogları birdaha okuyun!

a) Lêkerên têneper (intransitiv) = geçişsiz fiiler.

Erênî nerênî
Ez ketime. Ez neketime (ben düşmemişim)
Ti ketiyî. Tu neketiyî.
Ew ketiye. Ew neketiye.
Em ketine. Em neketine.
Hûn ketine. Hûn neketine.
Ew ketine. Ew neketine.

Siz de konu da geçen şu geçişsiz fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız.

Hebûn, derketin (çikmak), hatin, westîn, çûn, helîn, firîn

b) Lêkerên têper (transitiv) = Geçişli fiiller

Erênî nerênî
Min gotiye. Min negotiye. (ben söylememişim)
Te gotiye. Te negotiye.
Wê gotiye. Wê negotiye. (dişil o)
Wî gotiye. Wî negotiye. (eril o)
Me gotiye. Me negotiye.
We gotiye. We negotiye.
Wan gotiye. Wan negotiye.