“ZEVÎYE ÎSAL Ê ÇİNG İN?”

Xelîl, Kurdekî ji Anatolîya Navîn e. Ew li gundê xwe zewicîye, ji bo ku bişixule derdikeve Ewrûpe û te ye Almanya ye. Ew bi ci dibe, çavê wî tim li jina ye, cîraneke wî Alman heye, ew cîrana bi Xelîl pir rind te, pir dixwaze bi wê jine ra deng ke, bi we ra bibe dost, va ji wî ra dibe xeyaleke ku meri tênege. Her ro ew jina wexta ku ji kar te di ber mala Xelîl ra derbas dibe, lê va jina qet jî li Xelîl mesnake. Ew jina dibîne ku Xelîl tim li we mesdike, rokê va jina slave dide Xelîl û di wî ra dikene, Xelîl ji hev da dixele û dihele, ew destê xwe di hev da mist dide û dibê “Dilê jinika Alman jî berve min e”. Ew bi ve pir xenê dibe.

Roke din jina Alman ji kar derketîye û di ber mala Xelîl ra derbas dibe, mes dike ku Xelîl dîsa mes dike, ew bi Xelîl ra dibê ” Eger wexte te heye em tevhev yek tişte xwe li derekê vexwin” . Xelîl bi vê daxwaze şa dibe, qebûl dike û yek tiştan li cafe-bare kê vedixwin. Xelîl bi ser ve va;
Êdin nare qehwexane û slavan jî nade hevalên ji gundê xwe.

Roke din jina Alman Xelîl daweta nanxwarine li restaurante dike. Ew tevhev nên dixwin, Xelîl bi ser ve va;
Êdin ji gunde xwe ra telefon nake û jinika xwe ye li gund jî ji bîr dike.

Roke din jina Alman, Xelîl daweta mala xwe dike, Xelîl dihere male jî. Xelîl bi ser ve va;
Dixwaze jina xwe ye li gund berde, di serê Xelîl ra plana ku ji jina xwe ra telefon bike û bê “em ji hev ra nabin” derbas dibû. Hîn plana ku ji jinika xwe ra telefon bike û berde di serî wî ra derbasdibû, Xelîl dibîne ku jina Alman bi merekî va dikeve mal. Bi ser ve va Xelîl mat dime û ji jinika xwe ye li gund ra telefon dike û dibê:
“Zevîye îsal ê çing in? Hûn qet şik nabin ji min ra telefonekî bikin!”