Dersên Kurdî – Kürtçe dersleri – 5

WANEYA DUWEMÎN

Gundê me,
Ez ji gundekî Kurdistan im. Gundê me gundekî biçûk e. Navê wî Sêgir e. Di gundê me de 25 mal hene. Li gund dibistanek jî heye, lê ne dibistana Kurdan e, ya Tûrekan e. Li Kurdistanê dibistanên Kurdî tine, Kurdî qedexe ye.

Di gund de xaniyekî min jî heye. Di mala min de sê ode hene. Yek oda razanê, ya dudyan oda rûniştinê, ya sisyan jî kelingeh (mutfax) e.

Di oda rûniştinê de teregên pirtûkan hene. Hemû tereg tijî pirtûk in. Pirtukên min wekî dilê min in. Li ba min pirtûk, rojname û kovarên Kurdî jî hene. Ma pirtûkên we jî hene? Eger tine, Pirtukan bikirin û bixwînin. Xwendin tiştekî herî baş e.

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)
ji : ….den/….dan
gundekî :bir köy/gund (köy)+yek (bir)+î (eril çekim takısı)= gundekî
me : bizi /bize/ bizim / biz (bükümlü hal)
gundê me : bizim köy
wî : ona / onu / o (bükümlü hal)
di …… de : ..de /..da (içinde)
di gundê me de: Köyümüzde /köyümüzün içinde
mal : ev / daire
bist û pênc : 25
hene : vardırlar
dibistan : okul
dibistanek : bir okul
kurdan : kürtler
tirk : türk
tirkan : türkler
Kurdî : kürtçe
qedexe: : yasak
xanî : bina /ev
xaniyekî : bir bina / bir ev
xaniyekî min : bir evim
xaniyekî min jî : bir evim de
heye : var /vardır
sê : 3
yek : 1
du : 2
oda razanê : yatak odası
oda rûniştinê : oturma odası
sisyan : üçüncü /3.
ya : cinsiyet belirleyen ön takı/ bu takı dişiler için dir.
ya sisyan : üçüncüsü
kelîngeh (mutfax) : mutfak
tereg : raf
pirtûk : kitap
teregên pirtûkan : kitap rafları
hemû : hepsî / bütün
tijî : dolu
hemû tereg tijî pirtûk in : bütün raflar kitap(lar)la dolu(dur)
wekî : gibi
dil : yürek/ kalp
ba : yan, yanında /ruzgar
li ba min : yanımda
rojname : gazete
kovar : dergî
ma : soru ön takısı
Ma pirtûkê we jî hene? :Sizin de kitaplarınız var mı?
eger : şayet/ eğer
tine /tine : yok/ yoksa/ yoktur
bikirin : satın alın! (emir)
bixwînin : okuyun! (emir)
xwendin : okumak
tişt : şey
tiştekî : bir şey
herî : en /daha
baş : iyi
herî baş : en iyi

2- Dîyalog.

– Roj baş! – Roj baş bira
– Tu baş î? – Sipas, lê tu?
– Ez jî baş im. – Navê te çi ye?
– Navê min Sîdar e. – Lê navê te?
– Cindî ye. – Tu ji ku yî?
– Ez ji gundekî Kurdistan im. -Navê gundê we çi ye?
– Navê gundî me Sêgir e. – Di gundê we de çend mal hene?
– Di gundê me de 25 (bistûpênc) mal hene.
– Mala te heye? – Belê, çavîkî min heye. – Mala wê keçikê li ku ye?
– Çi ji te re? – Hîç! Lê mala wî lawikî?
– Mala wî li bajêr e.

– Pêşeng û Evîn li ku ne? – Ew li der in.
– Ma birçî ne bûne? – Na, wan hîn gava din nan xwarin.
– Wan çi xwarin – Goştê biraştî xwarin.
– Ma me çi kirî? – Hinek goşt jî bidin me.
– Goşt nema. – Êh! Em ê jî nanê tisî bixwin.

Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)

Sipas : teşekür
Çi : ne
Te : sen /sana / seni / senin (ikinci tekil şahisin bükümlü hali)
Navê te çi ye? : Adın nedir?
Ku : nere (yer bildirme sorusu ve edatı)
Li ku : nerede / hani
Ji ku : nereden
We : siz/ sizin / size/ sizi
Belê : evet/ tabi
Çavî : göz (oda, cep, çekmece)
Çavîkî : bir göz
Çi ji te re : Sana ne?
Der : dış / dışarı
Li der : dışarda
Birçî : aç
Birçi bûn : acıkmak
Ne : degil (olunsuzluk takısı)
Ez ne birçi me! : Ben aç değilim!
Hûn birçî ne bûne? : Siz acıkmadınız mı?
Gav : adım
Gava : esnasında / momentinde / eğer
Din : diğeri
Xwarin : yemek (fiili)
Goşt : et
Biraşti : kızartılmış / közlenmiş
Goştê biraştî : kızartılmış et
Kirin : yapmak, etmek
Kirî : yapmış / etmiş
Çi kirî? : Ne yaptı / yapmış?
Min çi kiriye? : Ben ne yapmışım?
Bidin : verin
Nan bidin me! : Bize ekmek verin?
Ma : kaldı (kalmak fiilinin dili geçmiş zaman kökü)
Nema : kalmadı.
Ma ? : .. mi? soru ön takısı
Ma ew kurd e? : O kürt mü?
Ma tu gundî yî : sen köylü müsün?
.ê : .ecek / acak (gelecek zaman yardimci fiilî „dên“ nin şimdiki zaman kökü kökü)
ez ê bêm : ben geleceğim.
Tisî : yavan / kuru
Nanê tisî : yavan ekmek / kuru ekmek
Bixwin! : yiyin! ( yemek fiili „xwarin“ in emir kipi)