Dersên Kurdî – Kürtçe Dersler – 21

Siz de konu da geçen şu geçişli fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız

Civandin, bazdan, girtin, xwarin, berdan, têrkirin, xemilandin, dîtin.

Pêhînî 1

Mînak:

her çendî (her ne kadar)

ne kurd, bûn, ji bo, azadî, Kurdistan têkoşîn.

Her çendî ew ne kurd jî bûye, ji bo azadiya Kurdistan têkoşiyaye.
(Her ne kadar kürt de olmasada, Kürdistan’ın özgürlüğü için savaşmış)

1 – ew, ne hatin, diyarî, xwe şandiye.
2 – wê, Kurdistan, dîtin, evîndar, Kurdistan bûn.
3 – wî ne xwendin, xwe, pêşve birin.
4 – ew, evîndar, wê, bûn, bav, wî ew, jê re ne xwestin.

Pêhînî 2
Mînak:

ji ber ku (nedeni ile/ …diğindan)
birîndar bûn, nekanîn, xwe rizgar, kirin.
Ji ber ku birîndar bûye, nekaniye xwe rizgar bike.
Yaralı olduğundan (dolayı) kendini kurtaramamış.

1 – pir westîn, hima, wir, di xew re, çûn.
2 – nexweş bûn, ne kanin, alîkarî, wî, kirin.
3 – otobûs, ne hatin, ew, rabûn, û, çûn.
4 – Ew, wî, lêgerîn, lê, ew, ne dîtin.

Bu diyaloğu bir arkadaşınla oku.

– Çi dibêjin?
– Dibêjin; hebûye tinebûye!
– Çi hebûye?
– Belengazekî xwedê hebûye.
– Wî biharan çi xwariye?
– Pel û pincar xwariye.
– Lê zivistanan?
– Zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê.
– Çi ji ber zinarekî bazdaye?
– Kêvroşkeke belekê rindik bazdaye.
– Lê wî çi kiriye?
– Wî jî serî daye ser
– Kengê pê girtiye?
– Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye.
– Baş e, dû re çi bûye?
– Kêvroşk lê hatiye ziman.
– Ji belengazê xwedê re çi gotiye?
– “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.”
– Belengaz çi kiriye?
– Wî ew berdaye.
– Lê bi çi zikê xwe têr kiriye?
– Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têr kiriye.
– Dû re çi kiriye?
– Ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye.
– Wî çi xewn dîtiye?
– Di xewna wî de kêvroşk bûye keçeke delal.
– Wî û keçikê çi kirine?
– Bi destê hev girtine û berê xwe dane tirîjê rojê.
– Dû re çi bûye?
– Divê hîn çi be, belengaz miriye.

Yukarıdaki diyaloğu Türkçeye çevirin!

W-11

BIHARA RENGÎN

Sar û serma zivistanê bi Newrozê re konê xwe ji welatê me barkiribû. Belê, êdî bêhna bihara rengîn li cîhanê hêwirîbû. Gul û beybûnên kesk sor û zer, li gel wan yên mor, gewez, tûtik û binevşî xweza xemilandibû. Min jî dixwest tevê vê dîlana rengên xwezayê bibim. Lê bizina bavê min ya belek û gayê bavê min yê gewr wenda bûbû. Divyabû ez li wan bigerim. Min ne çolên bê ser û bin, ne jî çiyayên pîroz hîşt. Lê min ew nedît. Sola min ya rastê dirya, yanê qelişî, lingê min yê çepê ket ber kevir û derizî. Lema ez ji vê xweşiya biharê bêpar mam. Wek kûtek bê mecal di nav xaniyên gund de mam. Belê xaniyên gund, yên ji kevirên gewr ên girnûşin, dîmenek vik û vala para min ketibû.

Wateya peyvên kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)

kon : Çadır, kıldan dokuma göçebe çadırı
êdî : artık
bêhna bihara rengîn : renkli baharın kokusu
Li cîhanê hêwirî bû. : Dünyayı sarmıştı/ işgal etmişti
li gel wan : onların yanında
gevez : kahveye çalan kırmızı
tûtik : turuncu
binevşî : menekşe rengi, açık mor
xweza : doga
tevê : birlikte, katılım, içine karışma
bizin : keçî
belek : alaca
dîlan : halay, kutlama, şenlik
gewr : gıri
wenda bûn : kaybolmak
wenda kirin : kaybetmek
vîn : …ebilmek, mecbûr olmak, gerekmek
divyabû /divîbû : gerekiyordu, mecbur
çol : yaban, çorak alan, kırsal
bê ser û bin : ucsuz bucaksız
çolên bê ser û bin : ucsuz bucaksız kırsal alan
pîroz : kutsal
dirîn /qelişîn : yırtılmak, yarılmak
derizîn : çatlamak, lif kopması
lema/lewma/loma : bundan, bundan dolayı
bêpar : paysız
kût : kötürüm, ayaktan sakat
girnuşin : tırtıllı
kevirê girnûşin : tırtıllı taş